1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Pêşmergeyên "Rojava" hêzeke paramilîter e
Pêşmergeyên "Rojava" hêzeke paramilîter e,pêşmergeyên,"rojava",hêzeke,paramilîter,e

Pêşmergeyên "Rojava" hêzeke paramilîter e

Qet şik û guman nîne ku, Pêşmergeyên "Rojava" projeya MIT a Tirk û PDK ê ye, li dijî tevgêra azadiyê hatiye damezirandin

A+ A-

Ez pêwîst nabînim ku di vê gotarê de, li ser dîroka têkiliyên PDK û MIT a Tirkiyê ên qirêj rawestim. Ji ber ku, ev mijar gelekî dirêje, berfireye û di çarçoveya gotarekê hilnayê.

Lewre, ji mijara çawa giliyê Fayik Baucak ji hêla Barzaniyan ve hate kirin, bigrin, heta bi kuştina her du Seidan (Sait Elçi- Sait Kırmızıtoprak), ji rola Dewrêşê Sahdo di navbera PDK-MIT ê de, heya bi têkiliyên Îdrís Barzanî û Îsê Siwêr bi MIT ê re, divê li ser her mijarekê cûda were rawestandin û lêkolînkirin. Lê ji vê gotarê cûda.

 

Em niha vegerin ser mijara xwe.

Bê guman, pêwendiyên PDK bi MIT a tirk re, gelekî kevn in. Di vê têkiliyê de, erka PDK a sereke sîxurtî û cerdevanî ye. 16 bargehên îstixbarata Tirk bi vê armanca kirêt li Başûr hatine bi cî kirin. Parastin mîna baskê MIT a Tirk kar dike. Ferqeke wan heye, ew jî navên wan e.

 

Bi dehan delîl li ber dest hene, ku destê van her du hêzan tarî di xwîna bi sedan şoreşgerên kurd de heye. Gelek welatparêz bi destê vê tora xiyanetê hatin wendakirin, bi sedan kes bê ser û şûn çûne. Mînakek biçûk: Bavên du hevalan ên ku li Bakur cerdevanî qebûl nekiribûn û bi malbatî ji ber zilma dewleta Tirk reviyabûn Başûr, li sala 1994 an li Başûrê "azad" hatin revandan. Ne malbatên wan ne jî tu kesî tu tişt ji her du welatparêzan dizanî. Heta ku yek ji wan, pişti deh sala di zindanên Tirkiyê de ma, hate berdan, hê nû serpêhatiya girtina wan ronî û eşkere bû. Parastina PDK ê, ew her dû welatparêz girtibûn, ê bi navê Xalit qetilkiribûn û ê din jî teslîmî dewleta Tirk kiribû. Bi vê mînakê jî carekê din te çespandin ku, Parastina PDK ê, baskê MIT a Tirk a li Başûr e.

 

Li Başûr maseya MIT a tirk heye û bi PDK ê re li dijî PKK kar dike.

 

Gerîlayên bi eslên xwe ji Rojava, Bakur an ji Rojhilat, ku ji ber sedemên cûda ji nava refên gerila direviyan, dereke ku pêde biçûna nebû. Ji neçarî xwe li Başûr digirtin. Gava ku digiyaştin Başûr jî, diketin nava vê dafika xiyanetê a ku bi destê PDK ê û MIT a Tirk hatiye vedan. Kêm kesan xwe ji nava vê dafikê derxistin.

 

Ew kesên ji nava gerila revyane, ewil têne girtin. MIT û parastin bi hev re şkence û lêpirsînê li wan dikin. Ên ku teslîm debûn, li xwe mukir dihatin di derheqê PKK ê de destpêkê bi kirêtî didan axaftin. Pişt re di bin kontrola MIT û parastinê de li herêma Zawîte dihatin bi cîkirin û di hemû şerên li dijî PKK de dihatin bikaranîn. Heke na, bi gefên an kuştin, an jî heta sax bin di zindanên Tirkiyê de birizin dihatin tirsandin û terbiye kirin. Ji Araratê Rojavayî heta bi Ezîz Weysîyê Başûrî, ku niha rutba generaliyê wergirtiye, ev kes kiribûn berpirsê wan kesên bazdayî û di hemû karên qirêj de dihatin bikaranîn. Ên ku li xwe mukir nayên jî, an têne qetilkirin, an jî teslîmî Tirkiyê têne kirin.

 

Piştî ku rewşa Rojava derkete pêş, ew kesên berê ji nava gerîla bazdayî û yên girêdayî wan partîkokên ENKS ê, ku ji Rojava bazdabûn, ji hêla parastin û MIT a Tirk ve bi navê pêşmergeyên Rojava, li dijî tevgêra azadiyê hatin bi rêxistin kirin û perwerde kirin. Perwerdeya wan a leşkerî ji hêla leşkerên Tirk ve tê dayin, a siyasî jî ew "generalên" ji nava gerîla bazdayî didin. Navên wan yek bi yek tên zanîn. Tê zanîn ku Serokwezîrê berê Ahmet Davutoğlu di dema serokwezîrîya xwe de û vê dema dawiyê Bînalî Yıldırım ji her du bi fermi çûn serdana pêşmergeyên "Rojava" ên paramilîter û raste rast li ciyê perwerdeyê ew ziyaret kirin.

Ji Köln- Bonn, heta bi Dihok û Zaxo çûn û hatina wan kesên revok aşkireye. Dewleta Tirk destpêkê ji ENKS ê re bi navê Rudaw TV, televizyonek vekir. Ji xwe ew telewizyon, bi şêwazekî vekirî erka Radyo û TV ya MIT ê a bi navê Dicle bi cî tîne. Kesên ji nava tevgêra azadiyê bazdayî, ji awrûpa heta Başûr tev anîn li Rudawê kom kirin. Miaşê tevan ji hêla MITa dewleta Tirk ve tê dayin. Erka Rûdawê dijberiya tevgêra azadiyê ye.

 

Ên bi navê "Pêşmergeyên Rojava" hatine amade kirin, hêzeke paramilîtere û ji sedî sed wezifeya cerdevanên (Korucu) li Bakûr bi cî tînin. Di eniya dijber a dijmin de cî digrin. Hin kesên dilpak di nava wan de hene, lê PDK ew neçarî vî karî kirine. Ez hinekan ji wan nas dikim ku PDK hemû rê li ber wan girtine û ew dafandine nava vî karê qirêj. Wan jî stûyê xwe xwar kiriye. Yanî, heke te riya xwe xist nava lepên PDK ê, êdî jê filitandin zahmet e. Binêrin ku, çalakiya pêşmergeyên "Rojava" a vê hêza paramilîter a destpêkê, li Xanesorê kuştina Êzdiyan bû. Bê guman ku, qibleya pêşmergeyên "Rojava", Enqere ye. Ji ber ku mîmarê projeyê ew der e û miaşên wan ji wir tê. Ji xwe piştgiriya Enqerê ji bo DAIŞ ê dinya û alem tev pê dizane bê di çi astê de ye. Yanî hevaltiya bi Tirkiyê re, hevaltiya bi DAİŞ ê bi xwe re ye. Ên ku derdikevin pêş kamerayan û dibêjin bila Emerika çekan nede YPG ê, bi qenata min tu ferqa wan û DAİŞ ê ji hev nîne.

 

Dewleta Tirk û PDK gelek hewil dan û hîn jî hewil didin, ku vê hêza paramilîrer a bi navê "Pêşmergeyên Rojava" li dijî YPG li Rojava bi cî bikin.

 

Aniha jî, Serokkomarê Tirk RT.Erdoğan û Mesrur Barzani we ji Trump bixwazin ku vê hêzê derbasî Rojava bikin. Ji bo fetisandina şoreşa Rojava, wê ji Emerîka daxwaz bikin ku Şengal bi temamî têkeve binê kontrola pêşmergeyan. Di çenteyên Erdoğan û Mesrûr de ev her dû mijar hene.

 

İbrahim Osman

[email protected]